Ji bo Parlementerê HDPê 23 sal ceza tê xwestin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kûrkçû 23 sal cezaya zindanîkirinê tê xwastin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê daxûyaniyên berî niha yê Parlementerê HDPyê Ertugrul Kûrkçû de idianemeyek ko ji 74 rûpelan pêk tê amade kir. Serdozgerî di idinameya xwe de Parlementerê HDPyê tohmetbar kir ko endamê PKKyê û bangeşeya PKKyê kiriye. Ji ber vê yekê ji 9 sal û nîvan heta 23 salan cezaya zindanîkirinê ji bo wî xwest.
Duh jî mafê parlementeriya 2 Parlementerên HDPyê ji destê wan hatibû standin. Herwiha digel Hevserokan 11 Parlementerên HDPyê niha zindanî ne.