Encûmena Bilind a Referandûmê endamên komîteyan diyar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bicive û endamên wan komîteyên ku ber biryara avakirina wan dabûn diyar bikin.

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Huşyar Sêweylî ji K24ê re ragihand, “Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bicive û endamên wan komîteyên ku ber biryara avakirina wan dabûn diyar bikin.”

Sêweylî got jî: “Herwiha ew welatên ku komîteyên Encûmena Bilind a Referandûmê ku serdana wan bikin jî diyar dikin.”

Huşyar Sêweylî amaje bi wê jî kir, nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her ew dibin yên ku di civîna berê de beşdar bûbûn.

Roja 7 Hezîrana 2017an di civîna aliyên siyasî bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de biryar hat dayîn ku di roja 25 Îlona 2017an de referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ev biçe û aliyên siyasî nûnerên xwe bow ê pirsê destnîşan bikin.