Federalîzma Bakurê Sûriyê li ser 3 herêman hat dabeşkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Damezrandina Sîstema Federalîzmê dabeşkirina federalîzma Bakurê Sûriyê li ser sê herêman (Cizîr, Firat û Efrînê) û qanûna hilbijartinan pesend kir.

Hevseroka Encûmena Damezrandina Sîstema Federalîzmê Hediye Yûsif ji ajanseke opozîsyona Sûriyê re ragihand, di civînên Encûmena Damezrandina Sîstema Federalî yên di du rojên borî de li bajarokê Rimêlanê bi rê ve çûbûn, dabeşkirina navçeyên Rêveberiya Xweser hat pesendkirin, ku ji ew jî 3 ferderalîzman pêk tê Cizîr, Firat û Efrînê.

Bi gotina Hediye Yûsif, navçeya Firat ji Kobanê û Girê Spî, Cizîrê ji Hesekê û Qamişlo, ya Efrînê ji Efrîn û hin dever li bakurê gundewarê Helebê pêk tên.

Herwiha Hediye Yûsif amaje bi wê jî kir, ku bajarê Minbicê û derdora û navçeyên li derdora Reqayê yên nû hatine rizgarkirin, ne di wê proseyê de ne, ji ber ku wan xelkên wan navçeyan hîna biryara xwe nedane.

Roja 16 Adara 2016an û bi beşdarbûna nûnerên her sê Kantonên Rojava, Cizîr, Efrîn û Kobanê û nûnerên pêkhateyên Ereb, Aşûrî, Ermen, Tirkmen û Çîçanan, herwiha nûnerên HSD, YPG, YPj, û rêxistinên siyasî, sîstema federalîzmê bo Rojava û Bakurê Sûriyê hatibû ragihand. 

Di civînên  Desteya Damezrêner a sîstema federalîzmê yên 28 Berçeleya 2016an de jî navê federalîzmê ji “Rojava û Bakurê Sûriyê” bi “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê” hatibû guhartin.