Serkirdeyê di PDK-Sê de Mihsin Tahir hat azadkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo, endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Mihsin Tahir ji girtîgehên Asayişa Rojava hate azadkirin.

Asayişa Rojava li bajarê Qamişlo, endamê Polîtburoya PDK-Sê û di heman demê de endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir piştî zêdetirî ji 3 meh û nîvan ji zîndanên xwe serbest berda.

Asayişa li bajarê Qamişlo roja 9 Gulanê bi ser nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê de girtibû 13 endamên wê emîndariyê jî binçav kiribûn, ku Mihsin Tahir jî di nava wan de bû.

ENKSê berî demekê ragihandibû ku rewşa tenduristî ya Mihsin Tahir di zîndanên Rêveberiya Xweser de gelekî xirab e û pêwîstiya wî bi çareserkirina bijîşkî heye, berî 2 hefteyan jî Mihsin Tahir bo nexweşxaneya Nor a Qamişlo hatibû veguhastin.