Peyamnêrê RT li Suriye hate kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê Russia Today (RT) ê beşê Erebî Xalid El-Xetîb di encama êrîşek mûşekî ya DAIŞ li devera bajarokê El-Suhna girêdayî Homsê cane xwe jidest da.

Di daxûyaniya malpera RT beşê erebî de hatiye: Peyamnêrê me Xalid El-Xetîb di encama êrîşa mûşekî ya DAIŞ de jiyana xwe ji dest da.

Di heman êrîşê de, kameraman ê RT jî brîndar bû.