Klasîkoya di navbera artêşa Iraqê û DAIŞê li Tileferê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Şerê Tileferê ji şerê Mûsilê asantir dibe, ji ber ku hejmara çekdarên DAIŞê li wê qezayê gelekî kêmtir e.

Fermandarê Operasyona Neynewayê Lîwa Nicim Ebdulah Cibûrî ji ajansa “Reuters” re ragihand, ew pêşbîn nake ku şerê kontrolkirina Tileferê gelekî dijwar be, tevî ku DAIŞê xwe baş amade kiriye.

Piştî kêmtirî ji ragihandina serkeftina li Mûsilê, artêşa Iraqê amadekariya êrîşa li ser qezaya Tileferê (40 K.M li rojavayê Mûsilê) dike.

Cibûrî dibêje: “Operasyona Tileferê gelekî dijwar nabe , ji ber ku karînên DAIŞê nemane û ji demeke dirêj ve dorpêç kiriye. Herwiha rojane ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û artêşa Iraqê vet ê bombebarankirin.”

Cibûrî got jî: “Ji hezar û 500 ta 2 hezar çekdarên DAIŞê ji Mûsilê reviyan bo Tileferê, herwiha ev hejmar hin endamên malbatên wan çekdaran jî li xwe digire. Li gor zanyariyên hewalgîriyê, em pêşbîn dikin ku nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê li wê qezayê bin.”

Got jî: “Beşek ji Tileferê (Navçeya Serayê) hevawayê Mûsila Kevin e, ew ku pêşveçûn li ser pêyan dibe, ji ber ku kolanên wê teng in, lê hêzên Iraqî li taxên din bi asayî bi riya tankan kontrol dike.”

Bajarokê Tileferê bûye cihê milmilaneya welatên herêmê, Tirkiye dibêje girêdana wê bi xelkê Tileferê yên ku piraniya wan Tirkmen in heye. Ji aliyekî din ve beşdariya mîlîşyatên Şî'î yên Îran piştevaniya wan dike di şerê wî bajarokê de.”