Omêd Sebah: Hikûmetên Iraqê binemayên federalîzmê piştguh xistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ragihand, hikûmetên Iraqê yek li dû yekê ji piştî sala 2003an ve pabendî destûrê nebûn û binemayên federalîzmê piştguh xistin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di paneleke taybet bo referandûmê de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û amaje bi binpêkirinên Iraqê ji destûrê re li hember Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku di madeya yekem ya destûra Iraqê de hatiye: “Dewleta Iraqê dewleteke federalî ye, lê ji sala 2003an ve û heta niha kar bi yasayên serdema rêjîma Sedam Hisên tên kirin û li ser binemayên dewleta navendî ew yasa hatine danîn.

Omêd Sebah gor jî: “Madeya 9emîn a destûra Iraqê ku ji 3 binema tê de ye, di ya yekem de dibe ku artêşa Iraqê nûneratiya tevahiya pêkhateyên Iraqê bike, anku ji sedî 20 ya artêşa Iraqê ji nûnerên xelkê Kurdistanê pêk hatibe. Xala sêyem ya heman madeyê jî damezrandina hêzên mîlîşyatan li Iraqê red kiriye.”

Omêd Sebah berdewam kir, “Ew ne veşartî ye ku ji sala 2003an ve ji piştî rûxandina rêjîma Beis, ti aliyekî Iraqê ji bilî Kurd amade nebû nûnerên xwe têxin nava artêşa Iraqê, lê ji piştî 2005an ku hinekî rewşa wan baştir bû, dijayetiya Kurd di nava artêşa Iraqê de kirin û niha kêmtir ji sedî 1 ya artêşa Iraqê ji nûnerên Kurd pêk tê.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê kir, li gor destûra Iraqê, artêş nabe destêwerdanê di karûbarên siyasî de bike, lê di sala 2008 û 2011an de serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî bo yekalîkirna pirsên siyasî, artêşa Iraqê li hember Herêma Kurdistanê bikar anî.