Barzanî û Tillerson pêwendiya telefonî encam nedane

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê encamdana pêwendiya telefonî di navbera Wezîrê Derve yê Amerîka Rez Tillerson û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser zarê Berdevkê xwe encamdana wê pêwendiya telefonî red kir.

Piştî ku li hejmarek ji medya û dezgehên ragihandinê de belav bû ku berî du rojan Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi riya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kiriye, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ragihand, “Ew nûçe ne rast e û Cenabê Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka di van rojan de pêwendiya telefonî nebûye.”

Deqa daxuyaniya Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah wiha ye:

Li hejmarek medya û saziyên ragihandinê wiha hatiye belavkirin ku li dû rojên derbasbûyî de Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê ve kiriye.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ev nûçe ne rast e û cenabê Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Amerîka li van rojan da peywendiya wan ya telefonî nebûye.

Dr Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

05.08.2017