AK Partî rexne li berpirsê xwe girt

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevk û Cîgirê Serokê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Partî) Mahir Unal rexne li helwêsta endamê berê yê desteya birêvebir ê Partiyê Ayhan Ogan girt, ku gotibû: “Li Tirkiye dewletek nû tê pêkanîn û Serokomar Receb Tayyip Erdogan damezrênerê vê dewleta nû ye”.

Berdevkê AK Partî ev axaftina Ogan wekî prowakasyonek binav kir û di van rojên hestyar ji bo Tirkiye de zerarê dide AK Partî. Ew axaftinên Ogan ne wekî dîtina AK Partî, lê wekî dîtina wî ya takekes wesifand.