ENKS: Riya Efrînê ji 5 rojan ve girtiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Riya di navbera Efrîn û Helebê ji 5 rojan ve ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatiye girtin.

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê ragihand, ji pênc rojan ve hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve riya Efrîn – Helebê li her du bajarokê Şîe Nubil û Zehraa girtiye û rê nadin welatiyên Efrînê biçin Helebê.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniya xwe da zanîn, “Sedemên girtina rê jî ew e, ji ber nakokiyên di navbera desthilata PYD û rêjîma Sûriyê de bûye.”

Di daxuyaniyê de hatiye, “Bi gotina PYDê be, ew rê nadin ti barhilgirek yan otombîlekê derbasî Efrînê bibe, heger tabloyên otombîlan ne ji rêveberiya wan be û bacan jî bidin, ku rêjîm wê yekê bi yasayî nabîne. Loma rêjîmê rê girtiye.”

Xwecihiya Efrînê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji her du aliyan kir, ku welatiyan nekin qurbaniyên nakokiyên xwe, herwiha welatiyên Efrînê nekin kaxiza fişarê li ser hev.