Seidî Pîre: Di hefteya bê de parlemento aktîv dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê nû yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ragihand, YNK geşbîn e ku pirsgirêkên siyasî yê Herêma Kurdistanê bê çareserkirin û di hefteya bê parlementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.

Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re da zanîn, duh di civîna Polîtburoya YNKê de pêdeçûn di pirsa aktîvkirina palementoya Kurdistanê kir, ku di nêrîna YNKê de parlemento di roja 10ê vê mehê de tê aktîvkirin.

Di civîna roja 30 Tîrmehê ya Encûmena Bilind a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, biryar hat dayîn, di dema du heteyan de palementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.

Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re got, di demeke nêzîk de ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê nexşerêya YNKê dicivin û guftûgo li ser bikin, bi taybet ku nêrînên NYK û PDKê ji hev ne dûr in.

Pîre amaje bi wê jî kir, ku şandeke bilind a aliyên siyasî serdana Bexdayê dike, armanca serdana wê şandê jî bo pirsa referandûm û destkeftên Herêma Kurdistanê ji budce û pirsa Pêşmerge ne.