Encûmena Bilind a Referandûmê şandekê dişîne Bexdayê

Civîna îro bi armanca diyarkirina şandeke bilind ji aliyên siyasî ye, bo serdana Bexdayê bikin û ligel hikûmeta Iraqê de dest bi guftûgo û danûstandinan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê, civîna Encûmena Bilind a Referandûmê ya ji bo diyarkirina şandana danûstandkar a Kurd bo Bexdayê civiya, piştî civînê jî Encûmena Bilind a Referandûmê di daxuyaniyek de ragihand, di civînê de biryar hat dayîn ku şandeke biçe Bexdayê.

Îro li Hewlêrê sêyemîn civîna Encûmena Bilind a Referandûmê bi serokatiya Serok Barzanî bi rê ve çûbû.

Civîna îro bi armanca diyarkirina şandeke bilind ji aliyên siyasî ye, bo serdana Bexdayê bikin û ligel hikûmeta Iraqê de dest bi guftûgo û danûstandinan bike.

Di daxuyaniyê de, Encûmena Bilind a Referandûmê biryara pêkanîna şandeke danûstandinê ligel Bexda pesend kir û bernameya karê wê jî hat diyarkirin.

Deqa daxuyaniya Encûmena Bilind a Referandûmê jî wiha ye:

“Di civîna Encûmena Bilind a Referandûmê ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesû Barzanî de, dawî pêşhatên siyasî û helwestên navxweyî, navçê û navdewletî hatin gotûbêjkirin û nirxandin.

Herwiha biryara pêkanîna şandeke danûstandinê ligel Bexdayê pesend kir û bernameya karê wê jî hat diyarkirin.”

Encûmena Bilind a Referandûmê

7 Tebaxa 2017