Heşda Şeibî beşdarî şerê Tileferê nabe

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê grûpa Esayib El-Heq a ser bi Heşda Şribî ve aşkere kir, ji ber fişara navdewletî û beşdariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di şerê kontrolkirina bajarokê Tileferê de, piraniya yekîneyên Heşda Şeibî beşdariyê di wî şerê Tileferê de nake.

Berdevkê grûpa Esayib El-Heq Cewad Telîbawî got, ji bilî şerê kontrolkirina Tileferê de, her şerekî ku Hevpeymaniya Navdewletî tê de beşdar be, piraniya yekîneyên Heşda Şeibî amade ne, beşdarî wî şerî bibin.

Bajarokê Tileferê li rojavayê parêzgeha Neynewayê û zêdetirî 3 salan ve di destê çekdarên DAIŞê de ye, biryar e jî di çend rojên borî de operasyona kontrolkirina wî bajarokê dest pê bike.

Ji ber piraniya rûniştvanên Tileferê Sune û Tirkmen in, beşdariya Heşda Şeibî ya Şî'î metrisiyê peyda dike, ku ew mîlîşy tolê ji wan vede û mafên mirovan binpê bike û hejmarek mezin ji welatiyên sivîl yên Tileferê bibin qurbanî.