Seidî Pîre: Referandûm, wate veger bo raya gel e

 K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Pîre di çarçova Sêyemîn Hevdîtina Zanîngeha Selahedîn ya bi navîşana “Referandûm û Çarenivîsa Herêma Kurdistanê ku bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê li Hewlêrê bi rê ve diçe de ragihand, referandûm bi wateya vegera ji raya gel re ye.

Seibî Pîre ragihand, di çarçova beşdarîkirina Kurd bo avakirina Iraqeke nû û demokrastî de diyar bû, ewên li Iraqê ji piştî 2003an hikum dikin, tenê di wê yekê de cuda ne, berê riyên wan tune bûn û nimêj nedikirin, niha riyên xwe dirêj kirine û nimêjê dikin.

Seidî Pîre tekez kir, yek ji diruşmên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) mafê çarenivîsî ye, ji ber wê guftûgokirina derbarê wan tuhmetên ku dibêjin YNKê serxwebûnê naxwaze, dûrî rastiyê ne.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Pîre ragihand jî, tevî ku pêkvejiyan li Iraqê şikestî aniye, li Kurd wek welatiyê di pileya yek de lê nayê nêrîn û her wek pileya duyemîn e.