CHP liser Mûsilê xewnên nîjadperestî dibîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Parlementerê Erdehanê Ozturk Yilmaz, di konferansa rojnamevanî ku li Parlementoya Tirkiye lidar xistî de diyarkir ku; “Ger bêyî iradeya me, derveyî daxwaza me yekîtiya Iraqê biherife, Iraq perçe bibe, wê demê em dê pirsa Mûsilê bînin rojevê.”

Ligor Yilmaz, Iraq niha hizra wê dike, ger Kurdistan referendûma xwe lidar nexe, dê maddeya 140î ya Destûrê bicîh bike û Mûsil jî di nav de gelek dev bi herêma Kurdistanê ve bên girêdan.

Yilmaz dibîne ku, perçebûna Iraqê dê statuya herêmê jî guherîn bi ser de were û Tirkiye dive pirsa Mûsilê bigre rojeva xwe, ango hewl bide Mûsil bixe nav sînorên Tirkiyeyê!

Herweha Ozturk Yilmaz girêdayî Suriye jî, daxwaza pêkanîna plan û projeyên Tirkiye kir.

Ozturk Yilmaz demekê konsolosê Tirkiye li Mûsilê bû û di nav wan 43 kesan de bû ku DAIŞ li Mûsilê wekî “dîl” girtin. Ligor pîsporên navneteweyî ew lîstikek bû.