Jineke Êzidî çekdarê DAIŞê yê kirîn û firotan pê kiriye, nas dike

Keçeke Êzidî di riya televisyonê re çekdarê DAIŞê yê ku kirîn û firotan bi wê û gelek keçên din ên Êzidî kiribû, dema di nava xelkê ku ji bajarokê Tileferê derdiket de, nas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keçeke Êzidî di riya televisyonê re çekdarê DAIŞê yê ku kirîn û firotan bi wê û gelek keçên din ên Êzidî kiribû, dema di nava xelkê ku ji bajarokê Tileferê derdiket de, nas kir.

Ji ber dagîrkirina Şingalê di 3 Tebaxa 2014an de, bi hezaran welatiyên Kurd ên Êzidî ketin destê DAIŞê û çekdarên wê rêxistinê jî keçên Êzidî xistin bazara kirîn û firotanê.

Di çend rojên borî de, bi destpêkirina operasyona kontrolkirina Tileferê, xelkê wî bajarokî jê derketin û koç kirin.

Jineke Êzidî jî di nava refên wan xelkê koçber de, ew çekdarê DAIŞê yê ku kirîn û firotan pê dikir, nas kir.

Wê jina Êzidî ya bi navê Îvana Welîd li ser hejmara xwe tûra pêwendiyên divakî (Facebook) nivîsiye: “Yek ji wan kesên ku wek koçber ji Tileferê derketiye, çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebû Elî tê naskirin bêhtirî carekê ez kirîm û firotim. Rûyê wî tu carî jibîr nakim.”

Herwiha nivîsiye: “Ebû Elî berpirsê kirîn û firotana hemû keçên Êzidî bû.”

Îvana daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, wî kesî desteser bike û lêkolînê derbarê çarenivîsa tevahiya jinên Êzidî pê re bike, bo çarenivîsa wan aşkere bibin.