“Di rewşa awarte de zilma li ser jinan zêdetir bûye”

Nûnerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê û Navenda Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê, li ser pinpêkirinên mafên jinan ên di pêvajoya Rewşa Awarte de hatine jiyandin; bi rêya daxuyaniyekê ji bo raya giştî aşkera kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Nûnerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê û Navenda Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê, li ser pinpêkirinên mafên jinan ên di pêvajoya Rewşa Awarte de hatine jiyandin; bi rêya daxuyaniyekê ji bo raya giştî aşkera kir. Rêveberên jin ên Baro û ÎHD'ê diyar kir ku; ji ber di Rewşa Awarte de hemû sazî û dezgehên parastina mafên jinan hatine girtin; pêkutî û binpêkirina mafan li ser jinan zêde bûye û ew jî nikarin di şert û mercên Rewşa Awarte de mexdûriya li ser jinan çareser bikin.

Hefteyek piştî Hewila Derbeya Leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an; li gelemperiya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê Rewşa Awarte hatibû îlankirin û bi Rewşa Awarte ve girêdayî, sazî û dezgehên ku parastina mafên jinan dikir, hatin girtin. Endama Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Parêzer Hatîce Demîr dibêje ku; ji destpêka Rewşa Awarte û heta niha mexdûriya li ser jinan zêdetir bûye.

Endama Komîsyona Mafên Jinan a ÎHD'ê Parêzer Hatîce Demîr ji K24ê re got: "Mixabin, di çarçoveya Rewşa Awarte de Biryarnameyên Bi Hikumê Zagonî, tenê derfetê dide navendên parastina mafên jinan ên Baroya Diyarbekirê û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê, sazî û dezgehên din hemû hatine girtin. Piştî vê rewşê, derfetên ku jin alîkariyê bixwazin nemane lewra ev rewş astengiyê li pêşiya wan derdixe."

Di çarçoveya Rewşa Awarte de digel girtina sazî û dezgehên jinan, gelek jinên ku di şaredariyan de li beşa mafên jinan dixebitîn, ji kar hatin îxrackirin. Li gorî nûnerên mafên jinan radigihînin; îxrackirina jinên ku xebat meşandibûn, bûye sedem ku pergala wan a parastina mafên jinan bi temamî raweste. Endama Komîsyona Jinan a Baroya Diyarbekirê, Parêzer Elîf Turenç Îpek diyar dike ku şert û mercên Rewşa Awarte li pêşiya xebatên wan jî astengiyan derdixe.

Parêzer Elîf Turenç Îpek wiha jî ji K24ê re axivî: "Piştgiriya ku me nikaribû bida, me jinan dişand sazî û dezgehên din. Bi vî awayî jiyana jinan çawa dihat hêsankirin, çawa tundî ji ser jiyana wan dihat rakirin, em li gorî wê tevdigeriyan. Lê piştî ku ew sazî û dezgeh hatin girtin, li Diyarbekirê cih neman. Niha cihekî ku jin biçin û serî ji bo binpêkirina mafên xwe lê bidin, tune ne."

Li gorî nûnerên hiqûqî û mafnasiyê yên parastina mafên jinan radigihînin; ji destpêka Rewşa Awarte û heta niha jinên girtîgehan jî di nav de zextên li ser jinan zêde bûne û jinên ku rastî tundiyê tên, ji ber şert û mercên Rewşa Awarte nikarin li mafên xwe bigerin û ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên civakî û derûniyê li ser jinan zêdetir bandorê bikin.