Barzanî: Referandûm di dema xwe ya diyarkirî de dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir, birêvebirina referandûmê di dema xwe ya diyarkirî de dibe.

Îro roja pênçşem 28.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Patrick Simonnet Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li vê hevdîtinê de proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û pirsa referandûmê xistin ber behs û guftûgoyan û Balyozê Yekîtiya Ewrupa ragihand ku hevsoze li gel maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê û helwesta Yekîtiya Ewrupa palpiştîkirine li berdewambûna diyaloga di navbera Hewlêr û Bexda û behsa komek dîtin û nêrînên li ser çawayiya muamelekirina li gel pirsa referandûmê kir û piştevaniya Yekîtiya Ewrupa jî derbirî li her rêkkeftinek ku li navbera Hewlêr û Bexda bête holê û ragihand ku Yekîtiya Ewrupa amadeyê pêşkêşkirina asankariyên li vî derbarî de derbirî.

Her li vê civînê de di derbarê pirsa referandûmê de Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku referandûm pirseke li ser rûyê hemû pirs û kêşeyên din e. Her wiha got bi sedema ezmûna bêhejmar û binpêkirina şeraket û tewafuq û destûrê gelê Kurdistanê li gel Bexda da gihîştiye binbest û bêhêvî bûye û biryara referandûmê biryarekî rewa ye û li gel hîç yek ji prensîpên demokratî û miroviyên serdem da nakok nîne û tekez jî li yek alîbûna biryara encamdana referandûmê li 25.09.2017 kir.