Hêzên Iraqî 3 beşên Tileferê kontrol kirine

Îro jî hêzên Iraqî 3 taxên (Rebî, Qsadisiye Yekem û Qadisiya Duyem ) kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bergîriya çekdarên DAIŞê li navenda bajarokê Tileferê nemaye û hêzên Iraqî berve navenda bajarê kevin û kela wê ve di pêşveçûnê de ne. Îro jî hêzên Iraqî 3 taxên (Rebî, Qsadisiye Yekem û Qadisiya Duyem ) kontrol kirin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Operasyona Hevbeş, di roja 6emîn de yekîneyên Hêzên Destebijêr kontrola taxên Neda, Telîa, Iroba, Nasir û Seid li bakurê Tileferê kirine. Li gor nûtirîn nexşeya şer ku duh Operasyona Hevbeş hate belav kir, 3 beşên bajêr hatine kontolkirin û niha çekdarên DAIŞê li bakurê rojhilatê bajêr mane.

Fermandarê Operayona “Hatin Tileferê” Ferîq Rukin Ebdulemîr Yarelah ragihand, hêzên Dijetrorê taxa Kelehê ku dawî erkê wê hêzê ye li başûrê bajêr dorpêç kirine. Polîsa Federal jî taxên Seid û Qadisiye yên li bakurê rojavayê Tilefer in bi tevahî kontrol kirine.

Hêzên Iraqî û mîlîşyatên Heşda Şeibî ku piraniya çekdarên wan Şîeyên Iraqê ne, ji 3 aliyan ve û bi hevkariya esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li parêzgeha Neynewayê dest pê kirine.

Fermandarên meydanî yên hêzên Iraqê pêşbînî dikin, şer gelekî dirêj neke û beşek jî pêşbîn dikin heta serê meha bê, tevahiya navçeyên Tileferê ji destê DAIŞê bêne kinrtolkirin.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî roja 20 Tebaxê destpêkirina operasyona kontrolkirina Tileferê ragihand.

Bajarê Tileferê yek ji mezintirîn qezayên Neynewayê ye. Nêzîkî 80 K.M li rojavayê Mûsilê ye û nêzîkî sînorê Sûriyê. Nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn.