DAIŞê Tilefer jî jidest da

Fermandarên leşkerî yên hêzên Iraqê kontrolkirina tevahiya bajarokê Tileferê ji destê çekdarên DAIŞê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarên leşkerî yên hêzên Iraqê kontrolkirina tevahiya bajarokê Tileferê ji destê çekdarên DAIŞê ragihand.

Fermandarê Operasyona “Hatin Tileferê” Ebdulemîr Yarilah di daxuyaniyekê de ragihand, tevahiya bajarokê Tileferê ji destê DAIŞê hate kontrolkirin.

Hevdem, Berdevkê Operasyona Hevbeş aşkere Yihya Resûl aşker kir, Tevahiya qezaya Tileferê ji destê DAIŞê hat kontrolkirin.

Her di wê derbarê de, Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de belav kir, yekîneyên Firqeya 16 a artêşa Iraqê îro ber bi bajarokê Eyaziyê çûn û karîn gundê Feqe û Haroniyê kontrol bikin.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî roja 20 Tîrmehê destpêkirina operasyona kontrolkirina qezaya Tileferê ragihand.

Qezaya Tileferê bi 80 K.M li rojavayê Mûsilê li nêzîkî sînorê Sûriyê ye. Nêzîkî 200 hezar welatî tê de dijîn.

Çekdarên DAIŞê roja 15 Hezîrana 2015an Tilefer dagîr kirin û zêdetirî 3 salan di destê wan de bû, ew jî piştî vekişandina artêşa Iraqê ji wan navçeyan bû.