Rêjîm rêkeftineke Hizbulah û DAIŞê dipejrîne

Rêjîma Sûriyê rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libananî û DAIŞê de pesend dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libananî û DAIŞê de pesend dike. Li got rêkeftinê dê çekdarên DAIŞê ji herêmên sînorê Libanê bo rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin.

Telefisyona fermî ya Sûriyê belav kir, “Piştî serkeftinên hêzên me yên çekdar ligel Hizbulaha Libnanî li çiyayê Qelemûn a rojava, rêkeftina di navbera Hizbulah û DAIŞa terorist hat pejirandin.”

Hizbulah ragihand, îro ji demjimêr 7:00 agirbest li çiyayê Qelemûnê di navbera wê û çekdarên DAIŞê de ket warê cibicîkirinê.

Li gor wê rêkeftinê dê çekdarên DAIŞê ji çiyayê Qelemûn û navçeyên nêzîkî sînorê Libnanê ji bo parêzgeha Dêrezorê bêne veguhastin.

Herwiha DAIŞ jî dê çarenivîsa leşkerên Libnanî yên ji demekê ve wek dîl girtibûn, aşkere bike.

Di destpêka meha borî de û bi armanca jinavbirina teroristan, hêzên Sûriyê ligel mîlîşyatên Hizbulaha Libnanî dest bi operasyonekê li ser sînorê bi Libnanê re kiribûn.