Kiliçdaroglu: Erdogan ji min ditirse

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe ligel Ajansa Fransî AFP de destnîşankir ku, Serokomarê Tirkiye Erdogan ji Wî ditirse.

Di hevpeyvînê de Serokê CHP bi taybetî liser sistema serokayetî ya Tirkiye ê Erdogan de rawesta û Erdogan wekî diktator binav kir. Diyarkir, ku: Erdogan gelek caran gefan li wî dixwe, lê Ew ji Erdogan natirse, jiber ku dadweriyê, demokrasiyê û azadiyan diparêze. Erdogan ne xwedî kesayetiyek serwer e, ma dictator dikarin kesayetiyên serwer bin?

Kiliçdaroglu, herweha Erdogan bi pêkanîna kûdeta ya siwîl binav kir.