Du welatên din Konsûlxaneyên fexrî li Kurdistanê vedikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta herêma Kurdistanê ragihand ku, welatên Ukrayna û Şri Lanka daxwaziyên xwe yên vekirina Konsûlxaneyên fexrî gihandine herêma Kurdistanê.

Ji aliyê Pêwendiyên Derv eve hate ragihandin ku, bi vebûna her du nûneratiyan, hejmara nûneratiyên welatên biyanî li Kurdistanê digihin 38 welatan.

Di daxûyaniyê de herweha hatiye, Pêwendiyên derve yên hukimeta herêma Kurdistanê, di çarçoweya pêwendiyên aborî, geştyarî, bazirganî û çandî di navbeyna Kurdistan, Ukrayna û Şri Lanka de vebûna nûneratiyên her du welatan bi dilxweşî pêşwaz dike û ji bo serkeftinên wan amadeye destê alîkariyê jî bigihîne.