Beşê Hozat: Tu kes li dijî Kurdistana serbixwe dernakeve

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat dibêje, ew ne li dijî Kurdistana azad û serbixwe ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat dibêje, ew ne li dijî Kurdistana azad û serbixwe ne.

Hevseroka KCKê Bese Hozat da xuyakirin, Kurd di demeke dîrokî re derbas dibin û di vê demê de yekîtiya Kurdan jiyanî ye û mercên hundir û derve vê yekîtiyê ferz dikin.

Da zanîn Kurdistana Serbixwe daxwaza hemu Kurdan e û ew wek KCKê jî ne li dijî serxwebûnê ne. Ev 45 sal in bo Kurdistaneke azad û serbixwe têdikoşin.

Hozat da xuyakirin, ew dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd çarenivîsa xwe diyar bikin û li Başûrê Kurdistanê sîstemeke herêmî ya federalî ku hemû pêkhateyan bigre nav xwe bê damezrandin.

Aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên Herêma Kurdistanê roja 7 Hezîranê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û biryara birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê li nevxwe û li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê di roja 25ê Îlona bê de dabûn.