Pêşmerge: Laşên 13 teroristan di destê Pêşmerge de ne

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir, çekdarên DAIŞê ketin kemîneyeke Pêşmege û 130 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek derbaşê şerê Ayaziyê belav kir û aşkere kir, çekdarên DAIŞê ketin kemîneyeke Pêşmege û 130 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Piştî teroristên DAIŞê di şerê Tilefer û Avkenî (Ayaziyê) rastî şikestinê hatin, wan hewl da riyekê ji xwe re bo Sûriyê vekin, lê Pêşmergeyên Kurdistanê amadehiya temam girtibûn û teroristên li bakurê Tilefer û Avkeniyê ketin kemîneyeke Pêşmergeyan.”

Fermandariya Giştî ya Pêşmerge aşker kir jî, “Piştî şerekî giran ku 72 demjimêran ber xwe da, terorist rastî şikestinê û ziyaneke mezin hatin û termê 130 teroristî ketine destê Pêşmergeyên Kurdistanê.”