Aldar Xelîl: Operasyona Dêrezorê nêzîk e

Serkirdeyê di TEV-DEMê de Aldar Xelîl ragihand, operasyona kontrolkirina Dêrezorê di rojevê de ye. Pirsa Idlibê jî cuda ye.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Serkirdeyê di TEV-DEMê de Aldar Xelîl ragihand, operasyona kontrolkirina Dêrezorê di rojevê de ye. Pirsa Idlibê jî cuda ye.

Endamê Desteya Cibicîkar ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji K24ê re got: “Operasyona kontrolkirina Dêrezorê di rojevê de ye, li gor daxuyaniyên HSDê û civînên ku çê bûne, êdî ew dixwazin ber bi Dêrezorê ve biçin. Divê jî DAIŞa ku Sûriyê têk daye, were jinavbirin.”

Hêzên Sûriyeya Deomkratîk (HSD) ji roja 6 Hezîrana borî ve dest bi operasyona navenda bajarê Reqayê kiriye, heta niha jî zêdetirî ji sedî 60 ji wê bajarî xistiye bin kontrola xwe.

Derbarê rewşa li Idlibê de jî, Aldar Xelîl got: “Pirsa Idlibê cuda ye, niha Cebhet El-Nusra li wir e û Tirkiyê jî hesabê xwe kiriye bê Idlibê, herwiha pilanên navdewletî derbarê Idlibê de hene. Pirs Idlibê pêwîstiya wê bi guftûgoyê heye. Niha tiştekî zelal ji bo Idlibê nikarim bibêjim.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî roja 22 Tebaxê ragihandibû, “PYD li Efrînê projeya xwegihandina bi Deryaya Spî dike. Ew jî tu caran rê nadin korîdoreke PYDê li wir were pêkanîn û ew ê destêweradanê bikin.”