Pêkhate daxwazên xwe yên ji Dewleta Kurdistanê amade dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêkhateyên Turkmenî û Xiristyanî, danûstandinan ji bo amadekirina proje pêşniyarekî di derbarê maf û daxwazên xwe ji dewleta pêşeroj a Kurdistanê de amadekirin e. Kurdistan24 eşkere dike ku, Turkmen di wê çarçoveyê de daxwaza Cîgirê Serokê Dewletê û post a Wezîrê Bergiriyê dikin.
Endamek Civata Bilind a Referandûmê jî, di derbarê wan daxwaziyan de dibêje, piştî danûstandin û rêkeftinê digel pêkhateyan, mafên wan di Destûra pêşerojê ya Kurdistanê de cih digrin.