McGurk: Divê çekdarên DAIŞê bêne kuştin, ne ku bo sînorê Iraqê bên veguhastin

Brett McGurk jî dilgiraniya xwe li hember veguhastina çekdarên DAIŞê bo sînorê Iraqê derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji piştî nîgeraniya Serokatî û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk jî dilgiraniya xwe li hember veguhastina çekdarên DAIŞê bo sînorê Iraqê derbirî.

Di zincîreyeke twîtan de, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk nivîsî, “Pêwîst e çekdarên DAIŞê bêne kuştin, ne ku Sûriye wan ji sînorê xwe yê bi Libnanê re veguhêzîne sînorê Iraqê û bê agahdariya hikûmeta Iraqê.”

Herwiha nûnerê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî dibêje: “Hevpeymaniya Navdewletî hevkar dibe, bo bi tu awayekî çekdarên DAIŞê derbasî nava Iraqê nebin. Herwiha rê nade jî ku derbasî wan navçeyên biçûk ên di destê wan de maye de nebin.”

Ev nivîsa McGurk di demekê de ye, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê gûman û nîgeraniya xwe ji rêkeftina di navbera Hizbulaha Libnanî û rêjîma Sûriyê ligel DAIŞê derbirîn û dibêjin, ew duberabûna sînaryoya sala 2014an e.

Di destpêka vê hefteyê de, rêjîma Sûriyê rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libananî û DAIŞê de pesend kir. Li gor rêkeftinê dê çekdarên DAIŞê ji herêmên sînorê Libanê bo rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin.

Berî çend rojan jî, karwana çekdarên DAIŞê ji çiyayê Qalemûnê yê nêzîkî sînorê Libnanê gihêşt navçeya Bokemal a ser bi Dêrezorê li nêzîkî sînorê Iraqê.