Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê rêkeftina Hizbulah û DAIŞê hate deng

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe derbarê rêkeftina di navbera Hizbulaha Libnanî û rêjîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê de derbirî û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dike helwestê ji vê rêkeftinê bigirin.

Li gor daxuyaniyê, her yek ji Hizbulaha Libnanî û rêjîma Sûriyê rêyên aram ji çekdarên DAIŞê re vedikin, bo bi çek û teqemeniyên xwe ji navçeyên sînorî yên bi Libnanê re biçin sînorê Iraqê û çend karwan jî birê ketine.

Di daxuyaniyê de hat jî "Em wek Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember vê kiryarê derdibirînin û bi danûstandineke bi gûman dizanin, ku gelek pirs hildigire û xwazyar in hemû aliyên pêwendîdar yên li navçe helwestên cidî li hember vê kiryarê bebe."

Berî 3 rojan, rêjîma Sûriyê rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libananî û DAIŞê de pesend kir. Li gor rêkeftinê dê çekdarên DAIŞê ji herêmên sînorê Libanê bo rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin.

Pêr jî, karwana çekdarên DAIŞê ji çiyayê Qalemûnê yê nêzîkî sînorê Libnanê gihêşt navçeya Bokemal a ser bi Dêrezorê li nêzîkî sînorê Iraqê.