Erdogan: Amade ne operasyonekê wek ya Mertala Ferêt bikin

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew amade ne operasyonekê wek ya Mertala Ferêt pêk bînin.
Erdogan di çarçoveya pîrozbahiyên 30ê Tebaxê “Cejna Serkeftinê ya Tirkiyê” de axivî û bal kişand li ser geşedanên li Sûriyê. Serokomarê Tirkiyê got, di navbera wan û Sûriyê de 911 K.M sînor heye. Lewma eger heye Tirkiye bi gefa terorê re rûbirû bimîne.
Erdogan got jî, wan berî niha çawa ku operasyona Mertala Ferêt pêk anîbe, ew amade ne niha jî operasyonekê bi heman awayî pêk bînin. Wan hemû bergirî wergirtine.
Hefteya borî Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim gotibû, heta şert û mercên rewa pêk neyên, ew nikarin dest bi operasyonekê li dervayî sînorên Tirkiyê bikin.
Demek e berpirsên bilind ên Tirkiyê behsa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Efrînê dikin û hêza xwe li ser sînor li nêzîkî Efrînê zêde kirine.
Ji destpêka meha Hezîrana borî ve jî, Efrîn û gundên wê ve ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên opzîsyonê ve tên bombebarankirin.