DAIŞê tevahiya parêzgeha Neynewayê jidest da

Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî serkeftina bi yekcarî li ser DAIŞê li tevahiya parêzgeha Neynewayê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî serkeftina bi yekcarî li ser DAIŞê li tevahiya parêzgeha Neynewayê ragihand.

Di daxuyaniyekê de, Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, hêzên Iraqî tevahiya parêzgeha Neynewayê kontrol kir.

Ev ragihandina kontrolkirina tevahiya parêzgeha Neynewayê, piştî wê yekê tê ku hêzên Iraqî di dema 7 rojan de karîn qezaya Tileferê kontrol bikin û îro navçeya Ayaziyê ji destê DAIŞê kontrol bikin.

Roja 20ê Tebaxê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarokê Tileferê ragihand û di roja 27ê vê heman mehê ew bajarok hate kontrolkirin.

Bajarokê Tileferê yek ji nezintirîn qezayên parêzgeha Neynewayê ye, 80 K.M li rojavayê Mûsilê dikeve û nêzîkî 200 hezar kes tê de dijî.

Çekdarên DAIŞê roja 15ê Hezîrana 2014an Tilefer dagîr kirin, piştî ku artêşa Iraqê ji wan navçeyan bi paş ve vekişiyan û bû sedema kuştin û koçberkirina bi hezaran kes.