Hizbulah û rêjîm li rêyên nû bo veguhastina DAIŞê digerin

Hizbulaha Libnanî û artêşa Sûriyê ji bo veguhastina çekdarên DAIŞê ji bo sînorê Iraqê, li riyeke din digirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hepeymaniya Navdewletî rê nade çekdarên DAIŞê bigihin sînorê Iraqê, Hizbulaha Libnanî û artêşa Sûriyê ji bo veguhastina çekdarên DAIŞê ji bo sînorê Iraqê, li riyeke din digirin.

Di dawiya meha borî de, rêjîma Sûriyê rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libananî û DAIŞê de pesend kir. Li gor rêkeftinê dê çekdarên DAIŞê ligel malbatên ji herêmên sînorê Libnanê bo parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin.

Berî çend rojan jî, karwana çekdarên DAIŞê ji çiyayê Qalemûnê yê nêzîkî sînorê Libnanê berve sînorê Iraqê têne veguhastin. Hevpeymaniya Navdewletî ji vê rêkeftinê neraziye û hin rê û pire bombebaran kirin, da ku karwanên DAIŞê negihin sînorê Iraqê.

Fermanderekî Hevpeymana Leşkerî ya ser bi rêjîma Sûriyê tekez kir, piştî girtina hemû riyan li pêş karwana DAIŞê ku 17 basan lixwe digre, kar ji bo dîtina riyeke din tê kirin.

Rêkeftina di navbera Hizbulaha Libnanî û rêjîma Sûriyê ji aliyekî ve û çekdarên DAIŞê ji aliyekî din ve, ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî, Iraq û Herêma Kurdistanê bû cihê nerazîbûnê.