Desteya piştevaniya referandûmê li Brîtanyayê hat damezrandin

Hejmarek ji akademesyen, pispor û kesayetiyên Kurd li Brîntaya desteyeke piştevaniyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê damezrandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji akademesyen, pispor û kesayetiyên Kurd li Brîntaya desteyeke piştevaniyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê damezrandin û di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat, “Desteya piştevaniya referandûmê û damezrandina dewleta Kurdistanê armancên xwe aşkere kir û dibêjin ku armanca me, belavkirina bîrokeya rapirsiyê ji tevahiya azadîxwazên cîhanê re ye, di riya sekoyeke azad re, bo piştevanîkirina li proseya referandûmê.”

Derbarê armancên wê desteyê de daxuyaniyê de hat jî, “Herwiha dûrxistina rapirsiyê ji her awayekî aydolojîk û milmilaneyeke bê sûde û rêkxistina navmala Kurdî li ser bingeheke tenduristî, bo serxistina proseya referandûmê.”

Di beşeke din de hat, “Duristkirina sekoyeke demokratîk li hember nêrînên şovînism, ku li dijî damezrandina dewleta Kurdistanê ne.”  

Desteya piştevaniyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê daxwaz ji revenda Kurdî, Erebî û hemû revendên din dike ku piştevaniyê li proseya referandûmê bikin.