Karayilan: Erdogan dawî pêvajoya aştiyê anî

Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Murat Karayilan dibêje, wan dawî li pêvajoya aştiyê neaniye, lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dawî pêvajoya aştiyê aniye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Murat Karayilan dibêje, wan dawî li pêvajoya aştiyê neaniye, lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dawî pêvajoya aştiyê aniye.

Karayilan ji ajanseke nêzikê PKKê re axivî û da zanîn, hinek alî di wê baweriyê de ne ku şerê piştî pêvajoya aştiyê PKKê daye destpêkirin. Ev nêrîn bêbingeh û şaş e. Erdogan Şer da destpêkirin. Ger pêvajoya aştiyê ser biketa dê Tirkiye bûbaya welatekî pêşketî û demokrat.

Karayilan amaje bi wê kir, Erdogan dixwest ji bo desthilata xwe ya takekesî derbasî sîstema seroktiyê bibe. Ji ber vê yekê pêwîstî dît ku pêvajoya aştiyê têk bide û şerê Kurdan û PKKê bike.

Duh jî Rêvebirê KCKê Mustafa Karasu derbarê pêvajoya aştiyê de bi awayekî neaşekere rexne li HDPê girtibû û dabû û zanîn ku HDP şaş ji pêvajoya aştiyê têgihiştiye û ev têgihiştin xelk ji PKKê dûr xistiye û zirar daye wan.