Ji bo piştgiriya referendûmê Kurdên Swisre 10ê Îlonê lipêş avahiya NY ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdên Swisreyê di 10ê Îlonê de xwepêşandana piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê lipêş avahiya Neteweyên Yekgirtî li Cenevê lidar dixin.

Di daxûyaniya xwe ya “Bang ji Kurdên Swisre” re Komîteya Amadekar dinivîsin: Di Rojhilata Navîn de gelê herî qedîm û xwediyê demografiya herî mezin gelê me ye. Kurdên başûrê Kurdistanê ji bo biryara serxwebûnê 25ê Îlon a 2017an de diçin ser sindoqan. Ji bo alîkariya vê biryara dîrokî, Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, roja 10ê Îlon a 2017an bere berê bidin ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevê û piştgirî bidin serxwebûna gelê me yê başûr”

Birêvebirên xebata referendûmê li Swîsre ji K24 re ragihandin ku, li hêviyê ne zêdeyî 1000 hevwelatiyên Kurd, ji her çar perçeyên Kurdistanbê di çalakiyê de beşdarî bikin.