Naki:Ez giliyê kê ligel kê bikim?

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîstikvanê futbolê yê Amedspor Deniz Naki, piştî êrîşa temaşevanekî di maç a duhî ligel Mersin Idmanyurdu de giliyê êrîşber nekir û got: Ez giliyê kî ligel kî bikim?

Amedspor di maç a ligel Mersin Idmanyurdu de 7 : 0 biser ket. Ji ber vê yekê jî Naki got: Em jî, bi Golan berîva wan bidin.

Heman demê lîstikvanê navdar ê Kurd xemginiya xwe ji bûyerê anî ziman û diyarkir: Êrîşber ji pişt polisan ve hat êrîşî min kir, lê paşî polîsa ji min pirsîn ku ez giliyê êrîşber dikim, min bersîva da û got : Na! Ez giliyê kî, ligel kê bikim?

Gelek caran tîma Amedspor li liga Tirkiye rastî êrîşan hatiye.