Koçberên Dêrezorê digihin navçeyên HSDê

Koçberên ji parêzgeha Dêrezorê ji ber DAIŞê direvin û xwe digihînin navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) li bakurê Reqayê.
kurdistan24.net

 

K24 – Eyn Îsa
Hin malbat ji Dêrezorê gihêştin kampa Eyn Îsa ya bakurê Reqayê, piştî ku gelek zordarî ji DAIŞê dîtin. Li gor wan ku ew ji ber zilm û zor û leşkeriya neçar a DAIŞê koçî deverên di bin kontrola HSDê bûn. 

Welatiyên parêzgiha Dêrezorê êdî ber bi deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve koçber dibin. Li gor kesên ku gihîştine kampa Eyn Îsayê, ku ji ber rewşa xerab reviyane û peraniya ciwanan jî ji ber leşkeriya neçar a DAIŞ koçber bûne.

Di navbera metirsiya ji DAIŞê ta metirsiya ji riya koçbariyê, koçberên Dêrezorê gelek astengî û eşkence dibînin, ta digihin kampên di bin kontrola HSDê de. Ji bilî pereyên ku didin qeçaxçiyan.

Başeke mazin ji parêzgeha Dêrezorê ji 2013an ve ketiye destê DAIŞê û başek jî di destê rêjîma Sûriyê de mabû û di dema dawî de DAIŞê ciwanên wê bi zorê tevlî şer dikirin.