Êrîşa çekdarî dijî şaredarê Durankaya ya Colemergê

Li bajarê Colemêrgê dijî mala Serokê Şaredariya Durankaya ko şaredariyek serbixwe ye êrîş hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Colemêrgê dijî mala Serokê Şaredariya Durankaya ko şaredariyek serbixwe ye êrîş hate kirin. Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê endamên PKKyê bi çek û bombeyan avetine ser mala Şaredarê Durankayayê Fatîh Keskîn. Pasvanên şaredar jî bersivê wan dan e. Piştî pevçûnek dijwar endamên PKKyê reviyan e. Hêzên ewlekariyê piştî bûyerê dest bi operasyonê kirin û Şaredar Fatîh Keskîn PKK bi van gotinan şermezar kir.

“Êrîşên bi vî awayî şaş in. Ti feydeya van êrîşan ji ti kesî re nîne. Armanca van kesan çi ye? Ji bo çi êrîş dikin? Ez nikarim têbighêm dixwazin çi peyam bidin. Îro jî rabûn li ser wesaîta karkeran reşandin û karkeran kuştin. Niha jî 4 kes bi bombeyan êrîşê mala min kirin. Pasvanên min yekser bersiva wan dan û rê li ber bûyerek nexweş girtin. Ez Colemêrgî me. Em sedan salan in wekî bav û kalên xwe li vî bajarî dijîn. Colemêrg her tim me serfiraz kirîye. Wekî niha hûn dibînin sedan kes gihiştine hawara me.  Ez vê êrîşê şermezr dikim. Ti hêz û kes nikare rê li ber min bigre. Herkes min nas dike û dizane.”