Aloziyên tekiliyên Tirkiye_YE bandorek neyênî li pirsa Kurd jî dike

Xirapbûna têkiliyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê û nakokiyên di navbera Tirkiyeyê û Elmanyayê de pirsa, "gelo Tirkiye ji Ewropayê dûr dikeve?" tîne rojevê

K24 – Navenda Nûçeyan

Xirapbûna têkiliyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê û nakokiyên di navbera Tirkiyeyê û Elmanyayê de pirsa, "gelo Tirkiye ji Ewropayê dûr dikeve?" tîne rojevê û ev yek rêbaza çareseriya pirsgirêka kurd derdixe pêş. Beşek ji pisporan amaje dikin ku Tirkiye ji Ewropayê dûr bikeve jî ew naye wê wateyê ku dê çareseriya pirsgirêka kurd were paşguhxistin. Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Doktor Ahmet Înan dibêje Endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê îxtîmaleke dûr e.

Doktor Ahmet înan- Akdemîsyen weha dibîne:

"Tirkiye ji NATO û Yekîtiya Ewropayê vediqete û nêzîkî bloka Avrasyayê dibe. Lê ev nayê wê wateyê ku dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin. Ez bawerim ku di pergala serokatiyê de wek pergala eyaletê pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin."

Di nav lêkolîner û stratejîstan de yên ku çareseriya pirsgirêka kurd bi endambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ve girê didin jî hene. Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Mehmet Kaya jî dibêje heta niha gavên di warê çareseriya pirsgirêka kurd de hatine avêtin di dema nêzîkbûna bo Yekîtiya Ewropayê de hatine avêtin.

Mehmet Kaya- Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê, babetê weha şîrove dike:

"Tirkiyeyê dema ku di warê ziman û perwerdeyê de gav avêtin, di dema nêzîkbûna Yekîtiya Ewropayê de bû. Em dibînin niha polîtîkayên ewlekariyê zêde bûne, ev yek jî rastî demeke wiha tê ku Tirkiye her ku diçe ji yekîtiya Ewropayê dûr dikeve. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê pêwîste."

Pêvajoya Tirkiyeyê ya bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê di sala 1959'ê de bi serîlêdana Tirkiyeyê dest pê kir û di sala 2005'ê de jî muzakereyên bo endamtiyê dest pê kirin. Lê ev pêvajoya endamtiyê di Tîrmeha îsal de bi biryara parlementoya Yekîtiya Ewropayê ya rawestandina muzakereyên endamtiyê gihîşte asteke  xeter.