HSD dest bi operasyoneke din dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî pilebilind ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkirin, dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê li bakurê Dêrezorê dikin.

Wî berpirsê HSDê ji ajansa “Reuters” re ragihand, operasyona HSDê bi armanca derkirina DAIŞê ji navçeyên bakurê Dêrezorê ye û roja şemiyê 9 Îlonê bi fermî dest pê dike.

Herwiha ragihand, êrîşên wan ji başûrê Hesekê ve ku di bin kontrola HSDê de ye, dest pê dike û di çarçova hilmeteke berfereh de bo derkirina DAIŞê ji bajarê Reqayê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hevpeymaniyeke Kurdî – Erebî ye, bi alîkariya esmanî ji Hevpeymaniya Navdewletî, niha şerê DAIŞê li bajarê Reqayê û bakurê çemê Ferêt dike.

Wî berpirsî da zanîn, HSDê ji sedî 65 ji bajarê Reqayê ji destê DAIŞê kontrol kiriye. Di operasyona Dêrezorê de jî HSDê di rojhilatê wê parêzgeha re ber bi çemê Ferêt re dest bi operasyonê dike.