Rêxistineke mirovî: Divê PYDê girtiyên siyasî serbest berde

Navenda Demokratî ya Mafên Mirovan li Kurdistanê ku navenda wê li Almanya ye, daxwazê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dike, çend welatiyên Kurd azad bike, ku ji 4 salan ve li cem wê partiyê girtî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Demokratî ya Mafên Mirovan li Kurdistanê ku navenda wê li Almanya ye, daxwazê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dike, çend welatiyên Kurd azad bike, ku ji 4 salan ve li cem wê partiyê girtî ne.

Di daxuyaniyekê de Navenda Mafê Mirovan da zanîn, "Îro 4 sal di ser girtina Ehmed Sîdo re derbas dibe, ku di heman demê de endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ye û cih û rewşa girtina wî nediyar e."  

Herwiha Di daxuyaniyê de amaje bi hijmareke din ya girtiyan hate kirin, wek parêzer Idrîs Elo, Ehmed Sîno, Behzad Dorsin û 8 efserên Kurd, ku ji zêdetirî 4 salan ji aliyê PYDê ve hatine girtin û çarenivîsa wan hîn ne diyar in.

Herweha daxwaz ji PYDê û asayişa li Rojavayê Kurdistanê kir, ku wan serbest berde û çarenivîsa wan diyar bike.