Merkel bo Tirkiyê: Li Almanyayê ti rojnamevan nayin girtin

Şêwirmenda Almanya, heşyariya Tirkiyê ya ji bo welatiyên ku serdana Almanya bikin red dike û dibêje, bila hemû alî aram bin, ku li Almanya ti rojnamevan nayin girtin û serweriya yasayî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanya, heşyariya Tirkiyê ya ji bo welatiyên ku serdana Almanya bikin red dike û dibêje, bila hemû alî aram bin, ku li Almanya ti rojnamevan nayin girtin û serweriya yasayî heye.

Gengeşeya navbera Berlîn û Enqere bi mehan e berdewam dike û herî dawî Wezareta Derve ya Tirkiyê welatiyên xwe yên wek geştiyar jî dixwazin biçin Almanyayê heşyar kirin ku, di çûna wan ji bo Almanyayê de metirsiya binçavkirina wan heye.

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, daxuyaniya Tirkiyê red dike û dibêje,  hemû welatiyên Tirkiyê bi dilekî aram dikarin serdana Almanya bikin, ji ber ku li vê derê rojnamevan nayên girtin, azadiya hizrê û serweriya yasayî heye û bi vê jî şanaz in.

Merkel got, îro rojbûna rojnamevan Denîz Yucel e ku yek ji 12 welatiyên Alman e li Tirkiyê di zîndanê de ye. Herwiha Merke careke din daxwaza serbestberdana wan kir.