PDK-S: 2 meh in çarenivîsa Apo ne diyar e

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) daxwaza azadkirin û diyarkirina çarenivîsê endam û serkirdeyên xwe yên di zîndana Asayişa Rojava de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) daxwaza azadkirin û diyarkirina çarenivîsê endam û serkirdeyên xwe yên di zîndana Asayişa Rojava de kir.

Li Efrînê, Nivîsgeha Ragihandinê ya PDK-Sê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, Endamê Komîta Navendî ya wê partiyê Ebdilrehman Apo ji zêdetirî mehan ve ji aliyê asayişa Efrînê ve girtî ye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herwiha PDK-Sê diyar kir jî, endamê wê partiyê Ehmed Sîdo ji 10 Îlona 2013an ve û parêzer Îdrîs Elo ji 8 Mijdara 2013av ve ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatine girtin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar in.

PDK-Sê saxî û selametiya endamên xwe xiste stûyê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a li Efrînê û got ku ew ji ber saxiya wan ve berpirsyar e.

Herwiha PDK-Sê bang li rêxistinên mirovî û yasayî yên li hundir û li derveyî welêt kir, fişarê li ser aliyên ku endamên wê revandine bikin, da ku çarenivîsa wan diyar bikin û ji girtîgehên xwe serbest berdin.