Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê: Ji bilî serxwebûnê ti bijardeyên nîn in

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir ragihand, ti bijaredeyeke din li pêş gelê Kurdistanê li Iraqê nemaye, ji bilî cudabûn û serxwebûnê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir di çarçova panela Londonê ya ji bo serxwebûn û piştevaniyal li referandûma Kurdistanê ragihand, ti bijaredeyeke din li pêş gelê Kurdistanê li Iraqê nemaye, ji bilî cudabûn û serxwebûnê.

Karwan Cemal Tahir got jî: Proseya demokratîkirina Iraqê di sala 2003an de heta niha şikestî aniye Iraq çûye hikumê taifî û êdî baweriya me bi wan nemaye.

Herwiha got: Iraq ji destpêka demezrandinê ve û heta niha ti carî nebûye welatekî yekgirtî û nebû cihê pêkvejiyana aştiyane û her dem em dihatin perawîzkirin.

Diyar kir jî, tawana kîmyabarana Helebce, enfal û tevahiya tawanên rêjîma Beis ji encama siyaseta bi zorê xistina Kurdistanê ser bi Iraqê ve bû.

Karwan Cemal Tahir behsa êşên ku Kurd di salên borî de rûbirûyî wan bûne kir û got: Tevî hemû wan tawanên ku li dijî me bûne, em man ji ber ku em gelekî xweragir in û cuegrafiya û sirûşta me bûn sedema mana me.

Îro Kurdistan24 bi hevkariya rojnameya bi navûdeng “Daily Telegraph” a Brîtanî û navenda Pêşxistina Kurd li Londonê panelekê bi rê ve dibe.

Di çareçova çalakiyên bo piştevaniya li serxwebûna Kurdistanê û birvebirina referandûma, biryar e di hefteya bê de rojnameya Daily Telegraph paşkoyeketaybet bi serxwebûna Kurditanê belav bike.