ENKS kirîza Sûriyê li gel berpirsên Ewropî gotûbêj dike

Şandek ji Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS serdana avahiya Yekîtiya Ewropa li Brukselê kir û li gel hejmarek ji berpirsên Ewropî civya.

K24 –Navenda Nûçeyan

Şandek ji Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS serdana avahiya Yekîtiya Ewropa li Brukselê kir û li gel hejmarek ji berpirsên Ewropî civiya.

Di civînê de serokê beşê Rojhilata Navîn di Yekîtiya Ewropa de, serokê yekeya Rojhilata Navîn di Yekîtiya Ewropa de û şandera Yekîtiya Ewropa ji bo Sûriyê û hejmarek berpirs û şêwirmendên Yekîtiya Ewropa amade bûn.

Şanda ENKS di civînê de, behsa kongirê Riyad2 û riyên piştgiriya aramiyê li Kurdistana Sûriyê kir, û nerîna xwe li ser awayê çareserkirina kirîza Sûriyê ji berpirsên Yekîtiya Ewropa re da xuyakirin.

Ji aliyê xwe ve berpirsên Ewropî tekezî li ser giringiya serdana şanda ENKSê û rola Encûmenê di nav opozisyona Sûriyê de kirin.

Şanda ENKSê ji serokê Encûmenê Ibrahîm Biro, Serokê ofîsa pêwendiyên derve Kamîran Haco û endamê desteya siyasî ya opozisyona Sûrî Hewas Egîd pêk hatibû.