Êrîşên asmanî sivîlên Dêrezorê dikujin
K24-Navenda Nûçeyan
Nêzîkî 40 kesên sivîl di encama êrîşên asmanî de li ser rojhilatê Dêrezorê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, “di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de, ji encama êrîşên asman yên Rûsya û yên hevpeymana navdewletî li ser parêzgeha Dêrezorê, 39 welatiyên sivîl hatin kuştin û hijmarek welatiyên din jî birîndar bûne.”
Di heman demê de wezareta berevaniya Rûsî belav kir, ku wan bi 7 mûşekên Kalîpir bargehên DAIŞê li rojava û rojhilatê Dêrezorê kirye armanc.
Bi gotina wezareta berevaniya Rûsî, “ew cihê ku hatiye armanckirin, bi tevahî bingehên serkirdatî û pêwendiyên DAIŞê bûn.”
Ji 5 vê mehê ve, operasyona kontrolkirina bajarê Dêrezorê ji aliyê artêşa Sûryê bi piştevanya hevalbendên xwe û firokeyên Rûsî destpê kiriye.”