Teqîn ii firokexaneya T4 ya serbazî li Himsê qewimîn

K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya Weten ya Sûrî ragihand, “Embareke çekan li firokxaneya T4 ya serbazî ku dikeve gundewarê Himsê li navenda Sûriyê teqiya.
Rojnameyê diyar kir, “Ji encama wê teqînê, hejmarek teqînên din çê bûn, ku ew navçe hejand in û gelek ziyanên madî li pey xwe hişt in.”
Wê rojnemeyê behsa ziyanên canî yên wan teqînan ne kir, lê li ser torên civakî belav bûye, ku ew teqîn ji encama êrîşekê bû ne.