Encûmena Dêrezorê: Rê nadin hêzên rêjîmê çemê Ferêt derbas bikin

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle ragihand, Encûmena Leşkerî rê nade hêzên rêjîma Sûriyê çemê Ferêt derbas bikin û hewla kontrolkirina rojhilatê çem bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle ragihand, Encûmena Leşkerî rê nade hêzên rêjîma Sûriyê çemê Ferêt derbas bikin û hewla kontrolkirina rojhilatê çem bidin.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ku di bin ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di 9ê Îlonê de dest bi operasyona kontrolkirina rojhilatê Dêrezor û çemê Ferêt kiriye, hêzên rêjîmê agahdar dike, ku nêzîkî wan nebin.

Ebû Xewle dibêje: “Niha di navbera me û aliyê rojava yê çemê Ferêt de 3 K.M heye, heger her guleyek ji aliyê rêjîmê bê avêtin, emê bersivê bidin.”

Amaje bi wê jî kir, ew rê nadin hêz û mîlîşyatên rêjîma Sûriyê çemê Ferêt derbas bikin û tekez kir jî, hemû gund û navçeyên rojhilata Dêrezorê armancên hêzên wan in.