“Du salan referandûmê bipaş bixin, li NY gotûbêj dikin”

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Mehemed Hacî Mehmûd ragihand, Ameîka, Brîtanya, Franse û Netewên Yekgirtî pêşniyaz kirin, rewşa Herêma Kurdistanê û referandûmê bixin nava guftûgoyên NY, li hemberê jî serkirdayetiya Kurd 2 sala referandûmê bipaş bixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Mehemed Hacî Mehmûd ragihand, Ameîka, Brîtanya, Franse û Netewên Yekgirtî pêşniyaz kirin, rewşa Herêma Kurdistanê û referandûmê bixin nava guftûgoyên NY, li hemberê jî serkirdayetiya Kurd 2 salan referandûmê bipaş bixin. Herwiha got, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk û Balyozên Amerîka, Brîtanya û Fransayê û Nûnerê NY yên li Iraqê roja 14ê Îlonê ew pêşniyaz danîn pêş Serokê Herêma Kurdistanê û gotin, heger ew pêşniyaz hate redkirin, Herêma Kurdistanê tehemula encaman dike.

Mehemed Hacî Mehmûd ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” çapa Londonê re ragihand, “McGurk û balyozên wan welatan pêşniyaza paşxistina referandûmê ji bo 2 salan kirin, da ku di civînên Netewên Yekgirtî de dosya Iraq û Herêma Kurdistanê û referandûmê bê gotûbêjkirin. Ew 3 welat jî hewl didin pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çareser bikin.

Derbarê helwesta serkirdayetiya Kurd li hember wê pêşniyazê de, Mehemed Hacî Mehmûd dibêje: “Di rastiyê de wan tiştekî berceste nexistin ber dest. Bersiva Serok Barzanî jî ew bû, pêwîst e ew bedîl ji referandûmê bihêzir be, wê demê dikarin wê babetê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê gotûbêj bikin, ta biryarê bi komî bidin.”

Herwiha dibêje: “Heger ew di wê babetê de cidî ne, bila wê pirsê bixin ber destê Netewên Yekgirtî û demekê ji referandûmê re diyar bikin, wek çawa li Başûrê Sudanê, Timora Rojhilat û Montenegro kirine, heger wa dem diyar kirin û di wê derbarê de biryar ji Netewên Yekgirtî derket, wê demê serkirdayetiya Kurd wê babetê lêkolîn bikin.

Derbarê metirsiyên derketina şer li Kerkûk di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de, ku niha li derdora wê bajarî ne. Herwiha piştî ku li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê, parlemantoya Iraqê biryara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê pesend kir, Mehemed Hacî Mehmûd got: “Armanca hikûmeta Iraqê ji piştî bidawîbûna şerê DAIŞê ew e, dest danin ser navçeyên ku cihên nakokiyê ne wek Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê û dê şer li ser me bisepînin, heger referandûm bibe, nebe.”

Li ser egera rûbirûbûna şer di navbera Herêma Kurdistanê û her yek ji Îran û Tirkiyê de ji encama referandûmê ve, Mihemed Hacî Mehmûd got: “Tirkiye û Îran heta niha tiştek nekirine û dûr dibînim ku sînorên xwe bigirin, ji ber ku berjewendiyên wan yên mezin li Herêma Kurdistanê hene. Niha ez li firokxaneya Hewlêrê me û berve Enqerê diçim, ji ber ku ji bo konferanseke taybet bi referandûmê hatime vexwandin.”