Erdogan: Em nikarin derbarê Efrînê de gav bi paş ve bavêjin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, ew bi ti awayî rê nadin li Rojavayê Kurdistanê korîdoreke terorê ava bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, ew bi ti awayî rê nadin li Rojavayê Kurdistanê korîdoreke terorê ava bibe.

Erdogan ji televîzyonekê Tirkiyeyê re axivî û got, Efrîn ji bo wan bajarekî gelek girîng e. Ew nikarin derbarê Efrînê de gav bi paş ve bavêjin. Wan hemî bergiriyên xwe yên ewlekariyê wergirtine û arteşa wan bi ti awayî rê nade li Rojavayê Kurdistanê korîdarek terorê ava bibe.

Di demên dawî de Arteşa Tirkiyeyê hejmarek zêde wesaîtên leşkerî yên zirxpoş li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê di navbera bajarên Efrîn û Kîlîsê de bicih dike.